Ji ber erdhejê biryara nû ya Amerîkayê ji bo Sûriyê!

10 February 2023 12:29 0 dîtin
Ji ber erdhejê biryara nû ya Amerîkayê ji bo Sûriyê!

PeyamaKurd –  Rêveberiya Amerîkayê ragihand, piştî erdhejên Mereşê, ji bo alîkariyên ji Sûriyeyê re bên dayîn, wê 180 roj mueyîdeyê bidin.

Daxuyaniya Wezareta Xezîneyê ya Amerîkî li ser efûkirina cezayan ragihand ku Ofîsa Kontrolkirina Samanên Biyanî (OFAC) destûrnameyek giştî ji bo Sûriyê derxistiye ku "destûrê dide" hemî danûstandinên alîkariyên erdhejê.

Di daxuyaniyê de hat gotin, bi lîsansa giştî ya navborî, ji bo hemû çalakiyên têkildarî erdhejê yên ku li gorî Rêziknameya Cezayên Sûriyeyê hatine qedexekirin, wê 180 roj îstîsna were dayîn.

Herwiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, bernameyên mueyîdeyên Amerîkayê "alîkariya rewa ya însanî hedef nagire", hat destnîşankirin ku ev îstîsna pabendbûna Amerîkayê ya ji bo piştgiriya gelê Sûriyeyê di krîza erdhejê ya ku dewam dike de nîşan dide.

Herî dawî di daxuyaniyê de hat gotin, "Sivikkirina sizayan bi tena serê xwe nikare kêşeyên strukturî û taktîkên hovane yên demdirêj ên rêjîma Esed berovajî bike, di heman demê de rêgiriyê li alîkariyên rizgarkirinê yên pêwîst piştî vê karesatê nake."