Amerîkayê, 920 milyon dolar alîkarî da wî welatî
PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê da hat ragihandin ku ew ê ji bo Suriyeyê 920 milyon dolar alîkariya mirovî ya zêde bidin.
Li gorî daxuyaniya ku hat dayîn, ev alîkarî di çarçoveya 7emîn Konferansa Brukselê ya ku îro bi dawî bû de hat kirin û alîkariya ku Amerîkayê îsal ji bo Suriye û herêmê kir 1,1 milyar dolar bû.
Hat diyarkirin ku ji destpêka şerê navxweyî yê li Suriyeyê heta niha, Amerîkayê bi qasî 16,9 milyar dolar alîkarî daye û hat destnîşankirin ku pabendbûna Amerîkayê ya bi gelê Suriyeyê re dê berdewam be û bang li hemû xêrxwazan hat kirin ku alîkariyên xwe zêde bikin.
Her wiha Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand ku di 7. Konferansa Brukselê ya ji bo piştgiriya pêşeroja Suriyeyê de bi giştî 9,6 milyar euro alîkarî û deyn hatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin