Sewata daristanê ya Semzînanê ji ber xwe vemirî

20 August 2021 16:45 0 dîtin
Sewata daristanê ya Semzînanê ji ber xwe vemirî

PeyamaKurd - Li navçeya Şemzînan a bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê 15ê Tebaxê agir bi daristanan ketibû û heta îro 20ê Tebaxê jî bêyî ti hewldaneke vemirandinê berdewam dikir. 

Hat zanîn ku îro Înê şewata daristanê ku 15ê Tebaxê li Çiyayê Goman ê gundê Nêrkolê yê Şemzînana Colemêrgê derketibû bi xwe vemirîye û di encamê de jî bi hezaran dar şewitîne. 

Li gorî zanyariyên gundiyên herêmê heta niha ji aliyê rayedaran ve xebatên cemidandinê nehatine kirin û dibe car din şewat dest pê bike.