Li Sêrtê karibûn sewata daristanê di 52 seetan de vemirînin
PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li navça Berwariya (Pervari) ser bajarê Sêrtê li devera Garisiyê (Doğan) di nav daristana ji darên mazî şewat derket. Tîmên vemirandina agir bi desteka gundiyan karibûn di 52 seetan de agir vemirînin.
Li ser derketina şewatê tîmên rêvebiriya darsitanê yên Sêrtê û der û dora wê bi 5 arazozan mudaxeleyê agir kir. Fermandariya tabûrê û cerdevan jî bi xebatkarên şîrketa ku rê çêdikir mudaxeleyê agir kirin.
Tenê di wexta vemirandina agir de 3 karker ji dûmana şewatê bandorê girtin. Lêpirsîna li ser derketina şewatê dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin