Di çarçoveya lêpirsîna Kobanî de Dadgehê bergirî danî ser mal û milkê 91 kesan
PeyamaKurd – Dadgeha Ceza ya Sulhê, di çarçoveya lêpirsîna Kobanî de, bergirî danî ser mal û milkê 91 kesan.
Li gor zanyariyan, Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanî” de derheqê 91 kesan de biryara binçavkirinê dabû. Di vê çarçoveyê de polîsan di 12ê Nîsanê de li 13 bajaran bi ser gelek malan de girtibûn û 48 kes binçav kiribûn. Hate hînbûn ku li ser daxwaza dozgeriyê, 4emîn Dadgeha Ceza ya Sulhê biryara bergiriyê daniye ser mal û milkê 91 kesên derbarê wan de biryara binçavkirinê hatine dayîn.
Herwiha hat zanîn, ji 91 kesan, 48 kesên li 13 bajaran hatibûn binçavkirin anîbûn Enqereyê. Dema binçavkirina 48 kesên ku li Miduriyeta Polîsan a Enqereyê tên ragirtin, 4 rojên din jî hat dirêjkirin.
Navên 48 kesên kesên hatine binçavkirin wiha ne: “Zekî Çelîk, Mehmet Akin, Hafîze Îpek, Gulum Bayram, Mehmet Koyuncu, Burhanettîn Beduş, Metîn Kilavuz, Fazil Turk, Selamî Turhan, Hasan Ugur Çat, Ulfiye Ozcan, Osman Kaya, Navaf Ok, Huseyîn Daş, Fecrî Tayfur, Sevîm Soylu, Mehmet Mûstafa Bîlgîç, Şefîk Ozbey, Necmettîn Aslan, Mehmet Sarîh Zumrut, Eyuphan Ocal, Erdal Avci, Sonay Avci, Fesîh Yalçin, Halîs Bîlen, Atalay Bayrak, Hakîm Guneş, Suphî Guneş, Umît Guneş, Nîzamettîn Onar, Mûstafa Demîr, Nîhat Salmiş, Nîhat Gezîcî, Mûrat Kaçar, Halîl Aslanli,Huseyîn Vural, Berat Anli, Abdullah Bozkoyunlu, Kemal Unver, Seydoş Daniş, Gulşen Duran, Zana Doner, Selçuk Tazgel, Rasîm Çelîk, Ayşe Kaçar, Mûrat Demîrkiran, Îlyas Tekîn.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin