Di lêpirsîna Doza Kobanî de 46 kes hatin desteserkirin

12 April 2022 11:35 0 dîtin
Di lêpirsîna Doza Kobanî de 46 kes hatin desteserkirin

PeyamaKurd Serdozgeriya Komarê ya Enqerê di derbarê lêpirsîna Kobanî de, biryara desteserkirina 91 kesan hat dayîn û ji wan 46 kes hatin desteserkirin.

Li gor zanyariyan, di lêpirsîna Doza Kobanî de li 13 parêzgehan rêveberên şaredariyê jî di nav de ji bo 91 kesan biryara desteserkirinê hat dayîn û ji wan 46 kes hatin desteserkirin.

Di Doza Kobanî de, lêpirsîneke nû ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqerê hat destpêkirin. Serdozgeriyê di çarçoveya vê lêpirsîna nû de, derbarê 91 kesan de biryara desteserkirinê da.

Hat zanîn, polîsan di çarçoveya vê biryarê de îro 12ê Nîsana 2022ê li 13 parêzgehan operasyonên hemwext dan destpêkirin û 46 kes desteser kirin.

Hat diyarkirin, di nav wan kesên ku derbarê wan de biryara desteserkirinê hatiye dayîn hejmareke hevserokên berê yên şaredarên berê yên HDPê jî hene.