Di lêpirsîna Narînê de 2 kesên din jî hatin desteserkirin
PeyamaKurd - Di dosyeya lêpirsîna kuştina Narîn Gûrana 8 salî de 2 gumanbarên din jî hatin desteserkirin.
Di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ya di derbarê kuştina Narîn Gûrana ku di 21ê tebaxê de, li Taxa Tavşantepe ya navçeya Rezan a parêzgeha Amedê ya bakurê Kurdistanê hatibû wendakirin û di 8ê Îlonê de termê wê li Çemê îftutmazê hatibû dîtin de geşedaneke nû derket.
Hate ragihandin ku di çarçoveya axaftinên xaltiya Narîn Gûranê de 2 kesên din jî hatine desteserkirin.
Hate hînbûn ku gumanbarên hatine desteserkirin, xizmên Narînê Î.K. û Ş.K. ne.
Hat ragihandin ku herdû bersûcên ku hatine desteserkirin, bi tawanbariya guhertina şopên lêpirsîna dozê têne sûcdarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin