Di lêpirsîna Narînê de 21 kes hatin binçavkirin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku di çarçoveya lêpirsîna bûyera keça 8 salî Narîn Gûrana 8 salî ku li Amedê, 16 roj piştî wendabûna wê termê wê hate dîtin de ji bo 21 kesan biryara binçavkirinê hatiye dayîn.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç, di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Xê de diyar kir ku lêpirsîna berpirsyarên mirina Narîn Gûranê bi awayekî piralî didoıme.
Yilmaz Tunç got: "Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê dimeşîne de 1 alîkarê Serokê Serdozgerê Komarê û 3 dozgerên din hatin peywirdarkirin."
Tunç her wiha diyar kir ku otopsiya Narîn Guranê hîn jî didome û got: "Di vê qonaxa lêpirsînê de ji bo 21 gumanbaran biryara binçavkirinê hate dayîn."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin