Di çarçoveya lêpirsîna Kobanî de biryara girtina 82 kesan hat dayîn

25 September 2020 12:00 0 dîtin
Di çarçoveya lêpirsîna Kobanî de biryara girtina 82 kesan hat dayîn

PeyamaKurd Di derbarê lêpirsîna çalakiyên 6-8ê Cotmeha 2014an ên bo Kobanî, Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, biryara girtina Hevserokê Şaredariya Qersê Ayhan Bîlgen, Berpirsê Têkiliyên Derve yê HDPê Nazmî Gur, parlamenterê berê û endamê komîteya îmralî Sirri Sureya Onder jî di nav de gelek kesên din da.

Li gor zanyariyan, li 7 bajaran biryara girtina 82 endam û rêveberên HDPê hatiye dayîn û polîsên Tirkiyê bi ser malên endamên HDPê girtine.

Agahiyên destpêkê dide zanîn, heta niha kesên ku hatine desteserkirin ev in; Hevserokê Şaredariya Qersê Ayhan Bîlgen, Endamê RTÛKê yê HDPê Ali Urkut, Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve yê HDPê Nazmi Gur, Endamê berê yê MYKê Can Memiş, parlamenterê berê yê HDP û endamê heyeta Îmralî Sirri Sureyya Onder, Berfîn Kose, Alp Altinors, Gulfer Akkaya, Bîrcan Yorulmaz û Gûnay Kubîlay.

Herwiha Parlementerê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Altan Tan li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, ku ew li mala xwe ya li Diyarbekirê hatiye binçavkirin û wî dibin Enqereyê.

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, di çarçoveya lêpirsîneke çalakiyên Kobanî de ku di 6-8ê Cotmeha 2014an de pêk hatin, li 7 bajaran biryara girtina 82 kesan da.