Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê îro di çarçoveya çend mijaran de dicive

06 June 2022 11:37 0 dîtin
Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê îro di çarçoveya çend mijaran de dicive

PeyamaKurd – Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê, îro operasyoneke pêkan a nû ya artêşa Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê gotûbêj dike.

Li gor zanyariyan, Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê îro Duşemê 6ê Hezîrana 2022ê di saet derdora 15:00ê piştî nîvro, bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dicive.

Hat zanîn, tê çaverêkirin ku di civînê de mijara sereke rewşa aborî ya Tirkiyê be û ligel mûçeyên karmendan wê tedbîrên derbarê zêdebûna enflasyonê û bihabûna kelûpelan de bên gotûbêjkirin.

Herwiha sererastkirina zêdebûna kirêyan li Tirkiyê jî mijareke civînê ye.

Di civînê de tevî van mijaran, tê çaverêkirin ku operasyoneke nû ya bo ser Rojavayê Kurdistanê jî bê gotûbêjkirin.