Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê îro bi serokatiya Erdogan dicive

22 November 2021 12:59 0 dîtin
Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê îro bi serokatiya Erdogan dicive

PeyamaKurd – Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê îro bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dicive û yek ji mijarên sereke ên civînê jî kêmbûna bihayê lîreyê Tirk li hemberî pereyên biyanî ye.

Li gor zanyariyan, civîna Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê îro Duşemê 22ê Mijdara 2021ê di saet 15:00ê piştî nîvro, bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan destpê dike.

Ji xeynî mijara daketina bihayê lîreyê Tirkî, mijarên wek piştî vekirina dibistanan rewşa vîrûsa Koronayê, daxistina rêjeya sûdê ji aliyê Banka Navendî ve, nirxandina mûçeyê herî kêm, rewşa girtiyên ku bi ji ber Koronayê destûra malê bo wan hatibû dayîn û rûbirûbûna terorê jî tên gotûbêjkirin.

Herwiha tê çaverêkirin ku piştî civînê, Recep Tayyip Erdogan di civîneke çapemeniyê de biryarên hatine wergirtin eşkere bike.