Welatiyên Tirkiyê li dijî Hikûmeta Erdogan derketin kolanan

24 November 2021 13:29 0 dîtin
Welatiyên Tirkiyê li dijî Hikûmeta Erdogan derketin kolanan

PeyamaKurd – Welatiyên Tirkiyê li bajarên Enqere û Stenbolê, li dijî Hikûmeta Erdogan derketin kolanan û daxwaz kirin dest ji hikûmetê berde.

Piştî ku bihayê diravê Tirkiyê li hember diravên biyanî bi taybet dolarê Amerîkî daketinek mezin tomar kir, dengê nerazîbûnê li dijî Hikûmeta Erdogan zêdetir bilind bû.

Bi sedema wê do bi şev li Stenbol û Enqerê bi dehan kes daketin kolanan û li dijî Hikûmetê xwepêşandan kirin û daxwaz kirin Erdogan û AKP dest ji Hikûmetê berdin.

Herwiha hêzên polîsan nehîştin xwepêşandan zêde berfireh bin.

Bihayê lîreyê Tirkiyê di nav du rojan de daketinek mezin tomar kir û herî dawî dolarek 13 lîre derbas kir.