Hikûmeta Iraqê 200 gilîyên dijî Tirkiyê li NY tomar kir
PeyamaKurd – Hikûmeta Iraqê ji ber zêdetirî 3 hezar binpêkirinên leşkerî li ser erda Iraqê, 200 giliyên Tirkiyê li Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî tomar kir.
Endamê Parlamentoya Iraqê Nehro Riwandizî agihand ku artêşa Iraqê heta niha zêdetirî 3 hezar binpêkirinên leşkerî yên serweriya Iraqê ji aliyê Tirkiyê ve tespît kirine.
Riwandizî diyar kir, hikûmeta Iraqê careke din li ser êrîşa artêşa Tirkiyê ya ser havîngeha gundê Perexê yê li Zaxoyê, Encûmena Asayîşê ya NY ji bo Tirkiyê gilî tomar kiriye ku di wê êrîşê de çar topên 115 mm hatine bikaranîn û9 geştiyarên naverast û başûrê Iraqê can dane û 32 geştiyar jî birîndar bûne.
Tê çaverêkirin, Encûmena Asayîşê ya NY roja sêşemê 26ê Tîrmehê, li ser giliyên hikûmeta Bexdayê bicive ku 200 giliyên bo Tirkiyê hatine tomarkirin.
Wezîrê Berevanî yê Iraqê Cume Înad ragihandiye ku nêzîkî 100 binke û xalên serbazî yên Tirkiyê li nav axa Iraqê hene û gotiye: “Şiyana me ya leşkerî ji bo rûbirûbûna Tirkiyê tune ye, rêya çareseriyê tenê rêya dîplomasiyê ye.”
Cume Înad daxwaz kiribû ku çekdarên PKK û artêşa Tirkiyê bi hev re ji axa Iraqê vekişin û hemû rêkeftinên ewlehiyê jî ligel Tirkiyê werin betalkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin