Erdogan: Em guh nadin gefên li dijî Tirkiyê

24 August 2019 16:49 0 dîtin
Erdogan: Em guh nadin gefên li dijî Tirkiyê

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan radighîne ku welatên rojavayî gefan li Tirkiyê dixwin, lê Tirkiye guhdariya wan nake.

Serokomarê tirk Erdogan derheqê rojhilatê û Deryaya Egeyê de axivî û eşkere kir, ku welatên Rojavayî gefan li Tirkiyê dixwin û naxwazin Tirkiye li Deryaya Egeyê lêgerîna enerjiyê bike lê guhdariya wan nakin û dê mafên Tirkiyê yên li rojhilatê Deryaya Egeyê biparêz in.

Serokomarê Tirkiyê  Erdogan got: “Li Egeyê Amerîka, Fransa, Brîtanya û Qeter heye lê welatek tine ye. Kîjan e ew welat? Tirkiye. Digel keştiyên me yên ku enerjiyê digerin, em bi balafir û arteşa xwe re li Deryaya Egeyê nin. Welatên rojavayî gefan li Tirkiyê dixwin. Lê em guh nadin çi gefan û ya xwe dikin. Em ê li rojhilatê Deryaya Egeyê heta dawiyê mafên xwe biparêz in”.