Yûnanistanê li dijî gefên Tirkiyê avakirina baregehên Amerîkî pesend kir
PeyamaKurd - Parlamentoya Yûnanistanê bi piraniya dengan peymana leşkerî ya di navbera Amerîka û Yûnanistanê de pesend kir. Li gorî parlamentarên Yûnanistanê ew peyman bêhtir li dijî gefên Tirkiyê ye.
Li gor peymana ku doh li parlamenê hatiye pesendkirin, wê Amerîka li 3 giravên Yûnanistanê baregehên leşkerî ava bike û balafirên bê mirov bifroşe Yûnanistanê.
Yunanistan bi sedema aloziya Behra Spî ku Tirkiyê jî bi hikûmeta Wîfaq a Libyayê re peymaneke leşkerî îmze kiribû, ketiye liv û tevgerê û li hember gefên derve yên Behra Spî bi deweletan re peymanên leşkerî yên nû îmze dike.
Peyamana leşkerî ya ku Parlamentoya Yûnanistanê pesend kir, cotmeha 2019an bi Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Mike Pompeo re hatibû îmzekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin