HSD: Sam li dijî me gefên Tirkiyê bikar tîne
PeyamaKurd – Meclîsa Leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku li dijî gefên Tirkiyê divê hemû hêz di amadebaşiyê de bin û li ser hewlesta Hikûmeta Sûriyê diyar kir, “Şam ji bo ti çareseriya siyasî ne amade ye û gefên Tirkiyê ji bo berfirehbûna xwe bikar tîne.”
Meclîsa Leşkerî ya HSDê piştî lidarxistina civînekê li ser mijarên hatine gotûbêjkirin daxuyaniyek belav kir û tê de, got; di civînê de behsa gefên Tirkiyê, helwesta Şamê û pêşhatên dawî yên leşkerî û siyasî hat kirin.
Di daxuyaniyê de, li ser egera pêkhatina diyalogekê li gel hikûmeta Sûriyê hat gotin: “Desthilata Şamê ne amade ye ji bo ti çareseriya siyasî, lê gefên Tirkiyê li dijî xaka Sûriyê bikar tîne da ku hêzên xwe bêhtir li navçeyê belav bike û Sûriyê vegerîne pêş sala 2011ê.”
HSDê da xuyakirin, rijdbûna desthilata Şamê li ser çareserkirina kirîza Sûriyê li gor lojîka xwe ya lihevhatinan bêyî ti pîverên niştimanî ye.
Li ser gefên Tirkiyê jî Fermandariya Giştî ya HSD daye xuyakirin, ew li ser gefên Tirkiyê rawestiyan û wan tekez kir ku divê bi sivikatî li van gefan neyê temaşkirin ji ber ku ew gefên cidî ne û pêwîst e tevahiya hêzan di rewşa amadebaşiyê de bin.
Herwiha HSDê destnîşan kir, ew dê bi cidî ligel hemû aliyan, di nav de jî Hevpeymaniya Navdewletî û Rûsya, ji bo çareseriyeke rasteqîn a ji bo kirîza Sûriyê kar bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin