Abdullahiyan: Amerîka li dijî Îranê plana B bikartîne
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îranê Huseyn Emir Abdullahiyan ragihand ku Amerîka dixebite da li Îranê komara Îslamî biguhêre. Abdullahiyan piştî civîna li Tehranê ya grûba dostên parastina rêziknama Neteweyên Yekgirtî ya li Tehranê hat lidarxistin, bi rojanemvanan re axifî. Wezîr got ku Amerîka bi hevdîtinên bernama nukleerî de bi Îranê re samîmî nîne û weha got:
“Ji aliyê me de zelale bê Amerîka li Iraqê û Afxanistanê çi dike. Me di gelek muzakereyan de ji wan re got ku di siyaseta xwe de rast û durist nînin û ji bo berjewendiyên xwe, hedefên wan yên xef hene. Li milletên herêmê nafikirin.
Amerîka dixwaze komara Îslamî biguhêre û li hemberê Îranê plana B yê bikartîne. Tiştên 40 rojin em dibînin, nîşan didin ku plana B dimeşînin. Koşka Sipî 43 sale dixebite da komara Îslamî biguhêre. Heya îro vêya dixwazin. Lê ji ber milletê Îranê û basîreta serokê ayînî biserneketin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin