Amerîka plana dijî Îranê pejirand

27 April 2018 23:10 0 dîtin
Amerîka plana dijî Îranê pejirand

PeyamaKurd - Meclisa Parlamenteran a Amerîkayê pêşnumaya dijî Îranê ya bi idiaya pûç a mafên mirovan pejirand.

Li gor agahiyên hatin bidestxistin, 4 endamên komîteya karên derve ya Meclisa Parlamenterên Amerîkayê pêşnumaya dijî Îranê raber kirin ku bi 410 dengên Erê û 2 dengên Na hat pejirandin.

Li gorî vê planê, kesên ku li Îranê rola wan li binpêkirina mafên mirovan û giritna welatîyên amerîkî heye, dê bên cezakirin.

Di vê biryara Meclisa Parlimanterên Amerîkayê de ji serokomarê Amerîkayê hatiye xwestin ku piştî 270 rojên cihanîna vê qanûnê, raporekê têkildarî kesên ku rola wan li binpêkirina mafên mirovan li Îranê heye amade bike û bide ber destê komîteya peywendîdar.