Amerîka li dijî Îranê plana xwe amade dike!

20 May 2018 12:50 0 dîtin
Amerîka li dijî Îranê plana xwe amade dike!

PeyamaKurd- Amerîkayê biryar daye ku Mike Pompeo sibe civînekê li dax bixe û li dijî Îranê nexşerêya dorpêçkirinê eşkere bikin. Ji bo vê yekê ji 200î bêhtir erkdarên Amerîkî û Ewrûpî ji bo Qesra Spî hatine vexwendin.

Şêwirmendê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Brayan Hok ji dewletên hevpeymanê daxwaz kir ku li dijî Îranê bi Amerîkayê re tevbigerin.

Lêbelê ji aliyek din ve, hinek dewletên Ewrûpî jî ji bo hevkariya bi Îranê re daxuyanî dan û gotin ku ew li pey Serokê Amerîkayê Donald Trump naçin. Van dewletan jî li Viyanayê ji bo civînekê biryar standine.