CNN: Amerîka difikire ku çekên dane Tirkiyê li dijî Kurdan tên bikaranîn
PeyamaKurd – Amerîka niha lêkolînê li ser dike, gelo çekên dane Tirkiyê ji aliyê komên çekdarên girêdayî Tirkiyê ve li dijî Kurdan têne bikaranîn yan na?
Efserekî Amerîkî bi navê Carla Gleason, ji CNN re daye xuyakirin ku Amerîka ji bo çekên dide, her tim lêkolînê li ser dike bê derveyî mebestên xwe hatine bikaranîn yan na.
Rayedarekî bergiriya Amerîkayê jî ji CNNê re gotiye, hikûmeta Amerîka bawer dike ku Tirkiye peymana şopandina dawî ya çekan binpê kiriye.
Ev îdiaya bikaranîna derveyî mebestên xwe ya çekên Amerîkî ji aliyê Tirkiyê ve, piştî diyarbûna serdana Erdogan a 13ê Mijdarê bo Koşka Spî tê.
Herwiha senatorên Amerîkî jî li ser binpêkirina rêkeftina agirbesta êrîşên Rojava ya 17ê Cotmehê nameyek belav kirin ku dorpêç li ser Tirkiyê werin sepandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin