Amerîkayê li ser kirîna çekên Rûsî hisyarî da Tirkiyê

02 October 2021 15:30 0 dîtin
Amerîkayê li ser kirîna çekên Rûsî hisyarî da Tirkiyê

PeyamaKurd – Cîgira Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Wendy Sherman, li ser kirîna çekên Rûsî hişyarî da Tirkiyê û diyar kir: ‘‘Eger Tirkiye ji Rûsyayê zêdetir çekan bikire, wê pêwendiyên di navbera wan de bikevin bin metirsiyê.” Herwiha Sherman dide zanîn “Me ji wan (Tirkiyê) xwest ku dest ji kirîna kelûpelên ji Rûsyayê berdin. Eger Tirkiye di vî warî de berdewam be, em dê hewl bidin encamên vê yekê ji wan re bibêjin.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, piştî civîna xwe ya bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re destnîşan kiribû, ew di mijara sîstema berevaniya esmanî S-400an de paş de gav navêjin û wê li ser kirîna wê sîstemê ji Rûsyayê berdewam bin. Amerîka jî di mijara kirîna S-400an de bi Tirkiyê re nakok e û li beramber van gotinên Erdogan nerazîbûn nîşan da.

Cîgira Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Wendy Sherman, li ser civîna Serokkomarê Tirkiyê ya li gel Serokê Rûsyayê bersiva pirsên rojnamevanan da. Sherman amaje bi wê yekê da ku wan her tim ji Tirkiyê xwestine sîstema S-400an li ba xwe nehêle û dest ji kirîna kelûpelên leşkerî ji Rûsyayê berde û got: “Em hewl didin encamên berdewambûna li ser vê mijarê ji Tirkiyê re bibêjin.”

Wendy Sherman eşkere kir: “Sîstema S-400an ne li gor sîstemên NATOyê ne û bi hevre nayên xebitandin.’’

Recep Tayip Erdogan hefteya borî piştî serdana xwe ya ji bo Amerîkayê di daxuyaniyeke derbarê pêwendiyên li gel Amerîkayê de gotibû: “Wek du welatên endamên NATOyê niha pêwendiyên me ne baş in. Ez nikarim bibêjim ku me li gel Biden baş destpê kir.”

Herwiha Erdogan ameje bi wê yekê jî dabû ku Tirkiyê bi bihayê 1 milyar û 400 milyon dolar balafirên F-35 ji Amerîkayê kirîne, lê tevî ku pereyê wan jî dane, ew balafir ji bo welatê wî nehatine şandin.