Ji Pentagonê rapora DAISê: Hê jî rêxistin Tirkiyê wek transît bikar tîne...
PeyamaKurd – Di rapora dawî ya Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) a li ser rêxistina terorîst DAIŞê hatiye amadekirin de, tê gotin ku hê jî DAIŞ bi ser Tirkiyê çûnûhatina xwe dike û Tirkiyê wekî transît bikar tîne.
Li gorî rapora 136 rûpelan a Pentagonê ya derbarê DAIŞê de ku zanyariyên wê dispêkirin, Fermandariya Ewropa ya Amerîkayê, DAIŞ hê jî Tirkiyê wekî rêgeheke transît bikar tîne û bi taybet pereyên xwe bi ser Tirkiyê de transfer dike.
Herwiha di raporê de, behsa binpêkirinên komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve jî tê kirin û tê gotin; kuştin, revandin, destdanîna ser mal û milkê xelkê, binçavkirinên bê sedem û kiryarên mîna wan li herêmên jêr kontrola wan berdewam dikin.
Pentagonê herwiha hişyarî daye ku dibe DAIŞ xwe ji nû ve bide ser hev û bihêz bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin