Ji Parlamena Alman rapora êrîsên Tirkiyê: Heman rêbazên DAISê…
PeyamaKurd – Parlamentoya Federalî ya Almanyayê li ser êrîşên Tirkiyê yên bi ser Rojavayê Kurdistanê de ku komên çekdarên cîhadî yên kirêkirî bikar tîne raporek amade dikir.
Di raporê de tê gotin ku çekdarên girêdayî Tirkiyê heman rêbazên DAIŞê bikar tînin.
Li gorî rapora ku ji aliyê Daîreya Xizmetên Zanistîya Parlamena Federal a Alman hatiye amadekirin, komên çekdarên girêdayî Tirkiyê yên bi navê ‘Artêşa Millî ya Sûriyê-SMO’ bi eşkereyî xwe wekî ‘cîhadî’ binav dikin.
Di raporê de tê gotin, kiryarên çekdarên bi navê Al-Faylaq Majd rêbazên DAÎŞê bi bîra mirov dixin.
Berdevka Karê Navxwe ya Partiya Çepgir Ullah Jelpke ku pirsên derbarê komên navborî de pêşkêşî parlamenê kiribû da xuyakirin ku ew çekdar bi tangên Leopard 2 paqijiya etnîk li Rojavayê Kurdistanê kirine û di vê rewşê de Almanya nikare xwe di bin ‘cilika bêdengiyê” de veşêre..
Jelpke hişyarî daye û gotiye, DAIŞ ji nû ve li wir tê avakirin û bang kir, “Divê li dijî amûrên terorê yên Erdogan bibin xwedî helwesteke zelal û li ser wan fişarê bikin û Ewropa piştgiriya Tirkiyê rawestîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin