Rapora Wezareta Derve ya Almanya: Li Tirkiyê azadiya derbirina ramanê nema ye
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Almanyayê di rapora ku derbarê Tirkiyê de belav kiriye de, got ku li Tirkiyê azadiya derbirinê hatiye rawestandin û nema ye.
Di rapora bi sernavê "Serlêdana mafê penaberiyê û rewşa deportkirinê" hatiye nivîsandin de, tê gotin: "Destûra Tirkiyê azadiya ragihandin û derbirina ramanê diparêze. Lê di rastiyê de ev maf niha nemane."
Li gorî wê raporê, li Tirkiyê medya nivîskî û ragihandin bi yek dengî belav dibe û nerînên cuda tê de nayên dîtin.
Hêjayî gotinê ye, ev raporên Wezareta Derve ya Almanya ji bo saziyên dayîna mafê penaberiyê û deportkirinê têne amadekirin û ew sazî jî li gorî van raporan biryarê ji bo penaxwazan didin.
Li gorî amaran tenê sala borî, 10 hezar û 800 hemwelatiyên Tirkiyê, ji Almanya daxwaza mafê penaberiyê kirine û nîvê wan jî ew maf standine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin