"Em bi her awayî bikaranîna axa me ya PKKê li dijî Tirkiyê red dikin"
PeyamaKurd – Nêçîrvan Barzanî got ku "Em bi her awayî bikaranîna axa me ya PKKê li dijî Tirkiyê red dikin."
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, Herêma Kurdistanê ditirse ku Bexda nikaribe xwe biparêze, ji ber wê jî divê sînorek li ser komên milîsên Iraqê bê danîn.
Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvîna xwe ya li gel kanalên El-Erebiye û El-Hedas de derbarê rojevê de daxuyanî da.
Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê jî kir, ku kêşeyên niha ji serdema DAIŞê dijwartir in ji ber ku eniya şer ne diyar e. Herwiha pesna rola Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî jî kir û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku di parastina Herêma Kurdistanê de roleke aktîf bilîze.
"Wî ti delîl pêşkêşî Bexdayê nekir"
Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku Herêma Kurdistanê jî weke beşek ji Iraqê dê biryarê li ser hebûna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li wî welatî bide, Barzanî ragihand, ku ti pêwendiyeke di navbera Îsraîl û Herêma Kurdistanê de nîne û wiha got:
“Ti pêwendiyên me bi Îsraîlê re nînin û ti baregeha Mossad a Îsraîlê li Herêma Kurdistanê nîne, ji ber wê jî propagandayên Îranê yên derbarê hebûna Mossadê li Herêma Kurdistanê ne rast in. Herwiha Tehranê ti belgeyek derbarê hebûna Mosadê li Herêma Kurdistanê nedaye Bexdayê.”
Nêçîrvan Barzanî tekez li ser wê yekê kir, ku Herêma Kurdistanê ne cihê metirsiyê li ser Îranê ye, ji ber wê jî bombebaran û êrişên moşekî yên Îranê ku dibin sedema mirina sivîlan, nikarin di çarçoveya dostaniyê de bên danîn.
Herwiha Nêçîrvan Barzanî, Îran û komên milîs ên Iraqî ku xwe bi Berxwedana Îslamî ya Iraqê bi nav dikin, bi hêceta hebûna baregeha Mossad a Îsraîlê çendîn car êrişî navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê kirine.
Nêçîrvan Barzanî got: “Herêma Kurdistanê ditirse ku Bexda nikaribe xwe biparêze, ji ber wê jî divê sînorek ji komên milîsên Iraqê re bê danîn.”
Nêçîrvan Barzanî behsa pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê jî kir û got, “Em her cure bikaranîna erdên me ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li dijî Tirkiyê red dikin. Ji ber ku PKK ji bo cîranê me çavkaniya metirsiyê ye û vê rewşê hem ji bo me hem jî ji bo Bexdayê aloziyek mezin çêkiriye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin