Serokwezîrê Yûnanistanê: Gefên Tirkiyê nayên qebûlkirin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Yûnanistanê Kyriakos Mitsotakis li ser gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan daxuyaniyek da û got, gefên Tirkiyê nayên qebûlkirin.
Ofîsa Serokwezîrê Yûnanîstanê bi daxuyaniyekê diyar kir, Kyriakos Mitsotakis li Atînayê bi Serokomara Slovakyayê Zuzana Caputova re civiyaye.
Serokwezîrê Yûnanîstanê Kyriakos Mitsotakis di daxuyaniyê got, helwesta Yûnanîstanê diyaloga li gor mafên navdewletî, li gor mafên deryayî yên navdewletî û pêwendiyê cîrantiya baş e.
Kyriakos Mitsotakis eşkere kir, nayê qebûlkirin ku Yûnanistan ji welatekî hevpeymanê NATOyê gefan bixwe.
Herwiha Serokwezîrê Yûnanîstanê ji ber hebûna hêza aştiyê ya Slovakyayê li Qibrisê û helwesta ku Slovakya derbarê pirsgirêka Qibrisê de nîşan daye, spasiya Zuzana Caputova kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin