Ji Serokwezîrê Yûnanistanê bo Tirkiyê: Em ê bersivê bidin!
PeyamaKurd - Serokwezîrê Yunanistanê Kiryakos Miçotakis li ser daxuyaniyên Erdogan û gurkirina aloziyê li Derya Spî û Qibrisê got, heger Tirkiye bijardeya gurkirina aloziyan bide ber xwe, wê encamên wê hebin û ew ê bersiv bidin.
Serokwezîrê Yunanistanê Kiryakos Miçotakis ji rojnameya Kathimerini ya Yûnanî re li ser rewşa pêwendiyên Atîna û Enqerê daxuyanî dan.
Kiryakos Miçotakis bal kişan ser hevdîtina xwe ya li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ku meha borî di çarçova lûtkeya NATO de li Brukselê pêk hatibû û got, “Ez di wê baweriyê de me ku havîna 2021ê wê ji ya 2020an bêdengtir derbas bibe.”
Miçotakis herwiha diyar kir, “Me hemû ciyawaziyên xwe yên li gel Tirkiyê çareser nekirine.. Me ji aliyê Tirkiyê re eşkere kir ku em pêwendiyeke baş dixwazin ku di berjewendiya herdu welatan de ye.”
Di dewama axaftina xwe de Kiryakos Miçotakis destnîşan kir, “Heger Tirkiye rêya gurkirina aloziyan hilbijêre, dê encamên wê hebin. Yunanistan bi ti awayî rê nade krîza penaberan ku wek çek bê bikaranîn û bûyerên Adara 2020ê dûbare bibin.”
Serokwezîrê Yunanistanê li ser pirsa “Erdogan li pêş raya giştî gelek sivikatî bi we kir” jî gotiye, “Ez van ji nedîtî ve têm. Ez di wê baweriyê de me ku dikarim li Erdogan bigerim û li gel biaxivim, bêyî ku rastî zehmetiyekî bêm. Ew jî dikare heman tiştî bike. Hevdîtina me jî di atmosfereke baş de derbas bû.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin