Tirkiyê hisyarî da Sûriyê: Emê bê dudilî bersivê bidin
PeyamaKurd – Nûnerê Tirkiyê li Ofîsa Cenevê ya Neteweyên Yekbûyî Sadik Arslan li ser êrîşên xalên çavderiyê yên Idlibê ku ji aliyê artêşa Sûriyê ve hatine kirin hişyarî da rejîma Sûriyê.
Balyozê Tirk li Ofîsa NY Sadik Arslan got, "Dê Tirkiye bê dudilî bersiva êrîşên rejîma Sûriyê yên bi ser xalên çavderiyê (Idlib) de bide.”
Arslan di gotara xwe ya Konseya Mafên Mirovan a li Ofîsa Cenevê ya 41emîn de, bertek nîşanî êrîşên hêzên hikûmeta Beşar Esed ên bi ser xalên çavderiyê yên artêşa Tirkiyê da.
Sadik Arslan diyar kir ku êrîşên rejîma Sûriyê yên bi ser Idlibê de felaketa însanî û têkdana proseya siyasî bi xwe re tîne û got, ew dê bê dudilî bersiva êrîşên ser xalên wan ên kontrolê bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin