Rojava | Amerîka dijî 'gefên Tirkiyê' baregehên sînorî nûjen dike
PeyamaKurd - Hat ragihandin, Amerîkayê ji bo mezinkirin û temamkirina baregeha xwe ya leşkerî ya li gundê Heymu yê rojavayê Qamişlo sewqiyateke nû pêk anî.
Hat zanîn, mebesta Amerîkayê bi mezinkirina vê baregehê ya bi çek û alavên modern, kontrolkirin û çavdêriya sînorê Tirkiyê ye.
Li gor çavkaniyên medya cîhanê, Amerîka hemû baregehên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê û sînorê Tirkiyê bi çekên modern nûjen dike.
Hêjayî gotinê ye, Amerîkayê di nav hefteyekê de ev bû sê car sewqiyatên leşkerî bo Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê pêk tîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin