ANALÎZ | Amerîka guh nade gefên Tirkiyê: Li Rojava çalakiyên xwe zêde dike
PeyamaKurd – Aloziyên navbera Hêzên Çekdarên Tirkiyê (TSK) û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ya ku Amerîka piştgiriya wê dike, bidawî nebûne. Enqerê di meha Gulanê de, gefa operasyoneke nû li dijî HSDê li nav Sûriyê xwar ku wê wekî ‘rêxistineke terorî’ pênase dike.
Lê belê alîkariyên Amerîkayê yên çend rojên dawî bo HSDê, diyare wê di navbera Tirkiye û Amerîkayê de bibe sedema nakokiyê.
“Amerîkayê dîmenên rahênana ligel HSDê belav kir”
Amerîkayê dîmenên ku dema li çend kîlometre dûrî sînorê Tirkiyê rahênana leşkerî bi şervanên HSDê re dike, belav kirin.
Medya Tirk jî bibîr dixe ku piştî gefên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên operasyoneke leşkerî di meha Gulanê de bi sê rojan, AFPê wêneyên gera karwana hêzên Amerîkî yên li herêma petrolê Rimêlan a dikeve rojhilatê Hesekê belav kirine.

Ji bo Enqere operasyonê neke, gelek peyam hene. Rûsyayê bang li Tirkiyê kir ku dûrî zêdekirina aloziyan be. Sûriyeyê jî hişyarî da ku ew dê bersiva leşkerî bidin.
“Neliheviyên Amerîka û Tirkiyê dewam dikin”
Li gorî medya Tirk, Enqere dixwaze korîdoreke ewlehiyê ava bike.
Herwiha hatiye gotin ku herêmên navbera Girê Spî û Serê Kaniyê ji aliyê komên çekdarên Tirkiye piştevaniya wan dike ve têne kontrolkirin ku rejîma Şamê wan milîsan wekî terorîst dibîne.

Erdogan di meha Tîrmehê de, bang li Amerîkayê kir ku perwerdekirina HSDê rawestîne û xwest, Washington ji Sûriyê xwe vekişîne.
Erdogan got: “Amerîka neçar e êdî terka herêmên rojhilatê Firatê bide. Lewra ev encameke proseya Astanayê ye.”
Lê belê Amerîkayê di serî de Qamişlo çalakiyên xwe li gelek herêmên Kurd berdewam kir.
Amerîka ji sala 2016an û vir de, li herêmeke berfireh a bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) çalakiyên xwe didomîne.
Enqere hinceta hebûna xwe ya li Sûriyê, wekî ‘têkoşîna dijî terorê’ nîşan dide û Amerîka jî ‘şerê dijî DAIŞê’ nîşan dide.
“Gelek nûçe û rapor hatin weşandin”
Serokê Sûriyê Beşar Esed û hevpeymanên wî yên Rûs û Îranî, bang li hêzên biyanî dikin ku yên ne bi destûr û rizamendiya hikûmeta Şamê hatine Sûriyê, li gorî hiqûqa navdewletî derhal terka Sûriyê bidin û derkevin.
Di çend hefteyên dawî de, gelek nûçe û rapor li ser nîşaneyên nêzîkbûna Sûriye û Tirkiyê hatin weşandin.
Meha borî ajansa nûçeyan a Îranê Tasnimê, îdia kir ku wê di Lutkeya Rêxistina Hevkariyê ya Şangay de ku li Ozbekistanê tê lidarxistin, Erdogan û Esed werin ba hev.
Herwiha medya Fransî jî ragihand ku Serokê Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) Hakan Fîdan û Serokê Îstixbarata Sûriyê Elî Memluk bi navbeynkariya Rûsyayê hevdîtinek kirine.
Medya Amerîkî jî li ser mijara normalbûna pêwendiyên Tirkiye û Sûriyê sedemên ku wê ev ji bo Tirkiyê fikrekî nebaş be nivîsandiye.

Sputnik | İlya Tsukanov
Werger - Sererastkirin | PeyamaKurd

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin