Leaf: Amerîka ji gefên Tirkiyê gelek nîgeran e

11 June 2022 13:30 0 dîtin
Leaf: Amerîka ji gefên Tirkiyê gelek nîgeran e

PeyamaKurd – Lijneya Pêwendiyên Karên Derve ya Senatoya Amerîkayê, di rûniştina xwe de di derbarê metirsî û gefên Tirkiyê de axivî.

Li gor zanyariyan, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan hefteya borî çend caran gefa operasyona serbazî li dijî Rojavayê Kurdistanê xwar û dixwaze bi vê operasyonê "herêmeke aram" bi dirêjahiya sînorê Tirkiyê ligel Sûriyê damezrîne.

Alîkara Wezîrê Karên Derve ya Amerîkayê ji bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk Barbara Leaf, ji endamên Lijneya Pêwendiyên Karên Derve ya Senatoyê re diyar kir: “Rayedarên Wezareta Karên Derve ji gefên Tirkiyê gelek nîgeran in, ew hewl didin ku vê aloziyê aram bikin.”