Balyoza Amerîka li NATOyê: Tirkiyê gelek tist winda kirin, wê hê jî winda bike
PeyamaKurd - Balyoza Amerîkayê ya li NATOyê Kay Bailey Hutchison, li ser ceribandina sîstema parastina asmanî ya Rûsî S-400an ji aliyê Tirkiyê ve, Tirkiye bi tundî rexne kir û got, gelek tişt winda kirin, lê wê hê jî winda bikin.
Li gor nûçeya DW ya Almanî, Hutchison ji bo ceribandina S-400an li bajarê Sînopê got, ev pêşketinek qet nebaş e û diyar kir, NATO ji sala 2017an ve ji bo ku Tirkiyê ji vê dûr bixe gelek hewldan kirine.
Hutchison dibêje; “Me weke NATO ji bo ku em Tirkiyê ji kirrîna sîstema parastina moşekên Rûsyayê ku em weke dijmin dîbinin, jê vegerînin tiştê ji destê me hat me kir. Ji Rûsyayê kirîna sîstema parastinê û xistina nava hevpeymana NATOyê xeta sor e.”
Balyoza Amerîkî bibîrxist ku ji ber kirîna S-400an wan Tirkiye ji bernameya F-35an derxistiye û destnîşan kir, encamên ku wê Tirkiye pê re rû bi rû bimîne bi van sînordar namîne û wiha got:
“Tirkiye ji bo bibe xwedî sîstema parastinê ya asmanî ya Rûsî gelek tişt feda kirin tevî ku teklîfa gelek sîstemên parastinê li Tirkiyê hatine kirin lê Tirkiyê S-400 kirîne.”
Hêjayî gotinê ye, piştî bertekên tund Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hûlûsî Akar daxuyaniyek da û got, li gorî pêdiviyan ew dikarin sîstemên alternatîf yên mîna Patriot û SAMP-T yên Amerîkî û Ewropî jî bistînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin