Amerîka: Rûsya dixwaze Tirkiyê ji NATOyê derbixe!
PeyamaKurd- Amerîkayê îdda kir ku Rûsya ji bo ku NATOyê zeîf bike û pergala wê xira bike, dixwaze Tirkiyê ji NATOyê derbixe.
Di derbarê mijarê de Nûnerê NATOyê yê Amerîkayê Kay Bailey Hutchison daxuyaniyek da û têkiliyên Rûsya û Tirkiyê nirxandin.
Hutchison got ku Tirkiyê ji bo NATOyê dewleteke pir girîng e. NATO di dîroka dinyayê de rêxistina herî bihêz e. Rûsya dixwaze ku Tirkiyê û hinek dewletên dî ji NATOyê dûr bixe. Tirkiye di têkoşîna li dijî terorê de ji zû de muttefîkê Amerîkayê ye. Lê belê di van demên dawî de Tirkiyê xwe hinekî nêzîkî Rûsyayê kir. Êdî vê yekê tirsa me zêde kir ku Rûsya dixwaze ku NATOyê zeîf bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin