Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê îro yekemîn civîna sala 2022an li dar dixe

03 January 2022 12:32 0 dîtin
Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê îro yekemîn civîna sala 2022an li dar dixe

PeyamaKurd Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê, îro yekemîn civîna sala 2022an, bi serokatiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li dar dixe.

Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê, yekemîn civîna sala 2022an îro 3ê Çileya 2022an li dar dixe. Di rojeva kabîneyê de zêdekirina mûçeyên karmend û xanenîşînan heye.

Li gor zanyariyan, civîn îro Duşemê 25ê Cotmeha 2021ê, di saet 15:00ê piştî nîvro bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan destpê dike.

Mijareke girîng a kabîneyê, tekoşîna li dijî Koronayê ye. Wezîrê Tendirustiyê Fahrettin Koca, derbarê hejmarên pêketiyan û derziya Turkovacê ya Tirkiyê zanyariyan bide endamên kabîneyê û wê vîrûsa Omicronê jî bi hûrgilî bê nirxandin.