Sanda Tirkiyê li Libyayê besdarî civîna kabîneya Fayiz Serac bû

17 June 2020 20:16 0 dîtin
Sanda Tirkiyê li Libyayê besdarî civîna kabîneya Fayiz Serac bû

PeyamaKurd – Şanda Tirkiyê ya bi seroktiya Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu serdana Lîbyayê kir û bi Serokwezîrê Lîbyayê Fayîz Serac re civiya. Şanda Tirkiyê herwiha beşdarî civîna hikûmeta Wîfaq a Libyayê bû.

Di şanda Tirkiyê de Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Gencîneyê Berat Albayrak, Serokê Saziya Îstixbaratê MITê Hakan Fîdan û Berdevkê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin cî girtin.

Şanda Tirkiyê li Libyayê bi Serokwezîrê hikûmeta Wîfaq (Hikûmeta Lihevkirina Netewî ya Libyayê) Fayîz Serac re civiya û beşdariya civîna kabîneya hikûmetê kir.

Tirkiye di şerê Libyayê de, bi awayekî eşkere hem leşkerî hem jî siyasî li dijî Hêzên Xelîfe Hefter ên girêdayî Hikûmeta Libya ya Tobrûkê, piştevaniya hikûmeta Wîfaq dike ku ji çekdarên Sûriyê jî dişîne wî şerî.

Serdana şanda Tirkiyê piştî pêşveçûnên leşkerî li hemberî hêzên Hefter û beyanameya Qahîrê ya bo agirbestê pêk tê ku Tirkiye li dijî agirbestê derdikeve.