Civîna sanda Tirkiyê ya bi rayedarên Rûsî re dest pê kir, dê encam çi be?

29 December 2018 15:32 0 dîtin
Civîna sanda Tirkiyê ya bi rayedarên Rûsî re dest pê kir, dê encam çi be?

PeyamaKurd - Şanda Tirkiyê ku dihat pêşbînîkirin serdana Rûsyayê bike, îro 29ê Kanûnê gihîşt Moskowê û hat ragihandin ku civîna bi rayedarên Rûsî re li ser rewşa Sûriyê û Minbicê dest pê kir.

Piştî biryara vekişîna leşkerên Amerîkayê ji Sûriyê, rewşeke nû derketibû holê û li demeke ku Tirkiyê gefa operasyonê li Rojhilatê Firatê dixwar vekişîna leşkerên Amerîkî dest pê kiriye ku li aliyekî jî nûçeyên derbarê lihevkirina YPG/HSDê û hikûmeta Sûriyê hatin belavkirin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan doh 28ê Kanûnê piştî pêşhatên li ser balansa hêzên leşkerî li Minbicê, ragihand ku dê şanda wan a diçe Moskowê rewşê bi Rûsyayê re gotûbêj bike.

Beriya lihevkirina artêşa Sûriyê û hêzên Kurd, Tirkiyê bi operasyonekê dixwest demildest bikeve nav Minbicê û bi rizamendiya Rûsyayê jî qada hewayî ji wan re were vekirin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar dê di civîna îro de, daxwazên xwe pêşkeşî Rûsan bikin, lê ji daxuyaniyên doh 28ê Kanûnê yên Rûsyayê ku kêfxweşiya xwe ji bo hevkariya hikûmeta Sûriyê û YPG/HSDê nîşan daye diyar dibe ku îhtimala Tirkiye vê carê berevajî operasyona ser Efrînê destvala vegere heye.