Moskow | Sanda ENKSê ji bo pêseroja Rojava bi rayedarên Rûsî re civiya
PeyamaKurd - Şanda Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku ji bo rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê û sepandina mafên Kurdan di destûra Sûriyê de li Moskowê ye bi Cîgirê Wezîrê Derve bo Karûbarên Rojhilata Navîn Mihail Bogdanov re civiya. Hat zanîn ku armanca serdana ENKSê ya Moskowê naskirina pêşeroja Rojavayê Kurdistanê ye.
Serokê şanda ENKSê Kamîran Haco piştî civînê ji K24ê re ragihandiye, rola Rûsyayê li Sûriyê bi giştî girîng e, bi taybet piştî derbasbûna wê ji herêmên Rojavayê Kurdistanê re, bêhtir bo doza Kurdî girîngtir bûye.
Haco got: “Me xwest ji Wezareta Derve ya Rûsyayê bizanin berê rêkeftinên Rûsî – Tirkî li ku ye û encam û bandorên wê li ser gelê Kurd û herwiha rola Kurd di pêşerojê dê çawa dibe.”
Kamiran Haco diyar kir ku di civînê de herdu aliyan, mijara destûra Sûriyê, bicihkirina mafên Kurdan di destûrê de û rewşa Efrînê guftûgo kirine.
Şanda ENKSê ya li Moskowê ji Berpirsê Komîteya Pêwendiyên Derve Kamîran Haco û endamên wê komîtê Îbrahîm Biro û Îsmaîl Hesaf pêk tê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin