Nêçîrvan Barzanî bi sanda ENKSê re li ser yekrêzî û rewsa Rojava axivî
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro bi Serokê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Siûd Mele û şanda ligel wî re civiya.
Di hevdîtina ligel şanda Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de, pêşhatên dawî, rewşa Sûriyê, amadehî û rol û bandora hêzên herêmî û navdewletî li herêmê hatin guftûgo kirin.
Nêçîrvan Barzanî girîngiya yekrêzî, têgihîştin û karkirina bi hev re ya aliyên Rojavayê Kurdistanê anî ziman û diyar kir, ji bo hevkarî û piştevaniya her hewleke ji bo aramî û ewlehî û çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan amade ye.
Di hevdîtinê de, her du aliyan tekezî li pêwîstiya tebayî û hevqebûlkirinê di navbera pêkhate û aliyan de li Sûriyê û karkirina ji bo çareserkirina pirsgirêkan û vegera ewlehî û aramiyê kirin, nîgeraniya xwe jî ji hewlên guhartina demografiya navçeyê û kar û riftarên çekdarên tundrew ên opozîsyona Sûriyê nîşan dan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin