Rêveberiya Rojava nehist sanda ENKSê û Eniya Astiyê derbasî Basûrê Kurdistanê bibe

06 July 2021 17:32 0 dîtin
Rêveberiya Rojava nehist sanda ENKSê û Eniya Astiyê derbasî Basûrê Kurdistanê bibe

PeyamaKurd - Rêveberiya Deriyê Sêmalka ya Rojavayê Kurdistanê, rê neda şandeke Eniya Aştî û Azadiyê ku ji ENKSê û hejmarek aliyên Erebî û Xrîstiyanên Rojavayê Kurdistanê tê de cî digirtin, derbasî Başûrê Kurdistanê bibe.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Endamê Encûmena Seroktiya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Silêman Oso, ku yek ji pêkhateyên Bereya Aştî û Azadiyê ye ragihand, roja Duşemê dema şandeke Bereya Aştî û Azadiyê dixwest ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê bibe, rayedarên Deriyê Sînorî yê Sêmalka rê nedan derbas bibe.

Silêman Oso diyar kir ku şandeya Eniyê ji hersê pêkhateyên wê yên Kurd, Ereb û Aşûrî pêk dihat û ji bo hin karên taybet bi Eniyê dixwest di rêya Deriyê Sêmalka re derbasî li Başûrê Kurdistanê bibe.

Endamê Seroktiya ENKSê got, “Şand heta paş nîvro li ser sînor hat rawestandin û tevî pêwendiyên ku li ser asta bilind hatin kirin, lê rê ji bo şandê nehat dayin ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibe.”