Sanda ENKSê vedigere Rojavayê Kurdistanê

29 May 2020 14:56 0 dîtin
Sanda ENKSê vedigere Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd - Şanda Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku ev çend roj in li Başûrê Kurdistanê civîn û danûstandinên xwe berdewam dike, îro Înê vedigere Rojavayê Kurdistanê.

Hat ragihandin ku Desteya Serokatiya ENKSê civînên xwe yên şêwirmendiyê yên bi nûnerên ENKSê yên nav Îtilafa Sûriyê û komîteya pêwendiyên derve bi amadebûna Serokê ENKSê Siûd Mela li Hewlêrê bi dawî anîn.

Desteya Serokatiya ENKSê piştî hejmarek civîn û danûstandinên bo avakirina yekrêziya navmala Kurd ên ligel Nûnerê Amerîka William Roebuck, PYD û aliyên Rojavayê Kurdistanê, bi serdanekê derbasî Hewlêrê bûbû.