Sanda Rojavayê Kurdistanê li Romayê bi senatorên Îtalî re civiya
PeyamaKurd - Şandeke Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, serdana Îtalyayê kir û li paytext Romayê bi endamên parlamentoya Îtalyayê re civiya.
Şanda Rêveberiya Xweser ku ji nûnerê Ewropayê Ebdulkerîm Omer, berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rûksen Mihemed û hevseroka nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Swîsreyê Medya Hesen pêk dihat, li Romayê bi şanda Îtalyan a ji Alienza Verdi, Marco Grimaldi, Davis Dore, Francesca Guerra, Tîno Magni, Enzo Amandola û Riccardo Ricciardi pêk dihat re civiya.
Daxwaz ji Îtalyayê hate kirin…
Li gorî ragihandina medya Rojavayê Kurdistanê, di hevdîtinê de ezmûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate şîrovekirin û hate gotin, hemû pêkhateyên herêmê bi îradeya xwe ya azad di damezirandina vê rêveberiyê de cih girtine.
Şanda Rojava daxwaz ji hikumeta Îtalyayê û hikumetên din ên ewropî kir ku di warê mirovî de erkên xwe li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bînin û ambargoya li ser herêmê bişkînin.
Herwiha şandê bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê û astengiyên siyasî yên li ber Rêveberiya Xweser û nenaskirina siyasî û daxwaza piştevaniyê kir.
‘Em ê ji bo naskirina siyasî hewldanan bikin’
Şanda Îtalyan jî diyar kir ku ew ji destpêkê ve geşedanên li herêmê ji nêzîk ve dişopînin û ragihand: “Ji rola Rêveberiya Xweser a mezin di warê têkoşîna li dijî terorê de zêdetir hûn model û ezmûneke demokratîk pêşkêş dikin ku mirov nikare çavan lê bigire, nemaze ku ev ezmûn tevahî pêkhateyan herêmê hembêz dike û payeyeke bilind dide jinan.”
Herwiha şanda Îtalyayê diyar kir ku ew ê ji hikumeta Îtalyayê û civaka navneteweyî bixwazin erkên xwe li hemberî Rêveberiya Xweser bi cih bînin, alîkariya aborî û mirovî pêşkêş bikin û ji bo naskirina siyasî jî hewldanan bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin