Rûsya: Sanda Tirkiyê misogeriya vekisîna ji Sûriyê da aliyê rûsî

22 December 2021 20:07 0 dîtin
Rûsya: Sanda Tirkiyê misogeriya vekisîna ji Sûriyê da aliyê rûsî

PeyamaKurd – Nûnerê Serokê Rûsyayê yê taybet bo karûbarên Sûriyê Aleksandr Lavrentyev got ku Tirkiyê misogerî daye wan ku di derfeta yekem a çêbibe de ji nav erda Sûriyê hêzên xwe vekişîne.

Lavrentyev, di civîna rojnamevanî ya piştî hevdîtinên Astana yên li paytexta Kazaxistan Nûrsûltanê de got, şanda Tirkiyê ya beşdarî hevdîtinan bûye misogerî daye alîyê rûsî ku di yekem derfeta derkeve holê de hêzên xwe ji Sûriyê vekişînin.

Dîplomatê rûsî diyar kir: “Şirîkên me yên Tirk her tim dibêjin, ew yekparçeyîya erda Sûriyê û serweriya wê dixwazin û diyar dikin ku ew bi awayekî demkî li wê derê ne û didin xuyakirin ku heger derfet çêbû ew dê jî Sûriyê vekişin.”