Civîna sanda Tirkiyê bi berpirsên Amerîkî re qediya

09 August 2018 00:36 0 dîtin
Civîna sanda Tirkiyê bi berpirsên Amerîkî re qediya

PeyamaKurd – Civîna di navbera şanda Tirkiyê û berpirsên Amerîkî de ya li Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên berdest ên di navbera Tirkiye û Amerîkayê pêk hatibû temam bû.

Civîna şanda Tirkiyê ya ku Cîgirê Wezîrê Karên Derve Sedat Onal serokatiya wê dike û ji 9 kesan pêk tê û heyeta Amerîkayê ya ku Cîgirrê Wezîrê Karên Derve John Sullivan serokatiya wê dike nêzî 50 deqîqeyî dewam kir.

Piştî hevdîtinê tu daxuyanî nehatin dayîn û hat ragihandin ku dê heyeta Tirkiyeyê têkiliyên xwe bidomîne.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de piranî li ser mijara keşeyê Amerîkî Andrew Craîg Brunsonê ku bi îdiaya li Îzmirê li ser navê FETO û PKKya rêxistinên terorî sûc û sîxurî kiriye di hepsa malê de tê girtin û biryara mueyîdeyê ya Amerîkayê ya der barê Tirkiyeyê de hat axaftin.

Hatibû ragihandin ku di heyeta Tirkiyeyê de ji Wezareta Karên Derve, Wezareta Edaletê û Xezîne û Wezareta Darayî herekê  3 nûner hene.