Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê îro dicive û mijara balyozên 10 welatan gotûbêj dike
PeyamaKurd – Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê, îro dicive û mijara balyozên 10 welatan e ku di çend rojên derbasbûyî de daxwaza azadkirina bazirgan û çalakvanê Tirk Osman Kavala kiribûn gotûbêj dike.
Civîna Kabîneyê îro Duşemê 25ê Cotmeha 2021ê di saet 15:00 ê piştî nîvro de, bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan destpê dike.
Ji bilî mijara balyozên wan 10 welatan ku roja Şemiyê Recep Tayyip Erdogan gef li wan xwar û wek `Kesên Nexwestî` binav kirin, mijarên wek belavbûna vîrûsa Covid-19 û rûbirûbûna terorê jî tên gotûbêjkirin.
Tê çaverêkirin ku piştî civîn bi dawî bibe, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di civîneke çapemeniyê de biryarên di civînê de hatine wergirtin rabigihîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin