Hêj cesedê 88 kesên ku di bûyera Mûsilê de can dane nehatine dîtin

09 April 2019 09:54 0 dîtin
Hêj cesedê 88 kesên ku di bûyera Mûsilê de can dane nehatine dîtin

PeyamaKurd - Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand ku heta niha cesedên 88 kesên ku di bûyera ferîbota Mûsilê fetisîbûn, ne diyar in.

Wezareta Tendirustiya Iraqê di daxuyaniyekê de li ser zarê Rêveberê Giştî yê Saziya Bijîşkiya Dadê, Zeyd Reid Elî ragihandiye ku 110 cesedên qurbaniyên bûyera ferîbota Mûsilê hatine derxistin û 88 kes jî ne diyar in.

Wezretê eşkere jî kiriye ku tîmên pispor navendeke datayên DNA amade kirine daku DNAya qurbaniyan ligel DNAya xizmên wan bidin ber hev. Li gor daxuyaniyê, piştî bidawîbûna proseya pişkinînê, ew dê cesedan radestî malbatên wan bikin. Herwiha amaje bi wê yekê hatiye dan ku 88 kesên ku hêj termên wan nehatine dîtin, ji 69 malbatan in.

Hêjayî gotinê ye ku 21ê adarê de li Mûsilê li ser çemê Dîcleyê ferîbotej noqav bûbû û piraniya kesên li ser wê ferîbotê fetisîbûn.