Nêçîrvan Barzanî, sersaxî da malbatên sehîdan

24 October 2023 16:32 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî, sersaxî da malbatên sehîdan

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, piştî bûyera ku duh li Mexmûrê di navbera artêşa Iraqê û Pêşmergeyan de derketibû, bi malbatên şehîdên wê pevçûnê re axivî.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serxasî ji malbatên herdu şehîdên Pêşmerge re xwest û dilsozî û hevxemiya xwe araste kir.

Hat diyarkirin ku Nêçîrvan Barzanî hêvî kir ku Xwedayê mezin giyanê şehîdan şad bike û sebir û aramê bide malbatên wan.

Piştî ku PKKê hefteya borî li navçeya Mexmûrê 4 xalên kontrolê yên li Çiyayê Qereçokê radestî artêşa Iraqê kiribûn, roja yekşamê ango 2 roj bere li ser van xalên kontrolê di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de şer çêbûbû û di encama vî şerî de 2 Pêşmerge şehîd bûbûn.