Nêçîrvan Barzanî sersaxî da malbata dayîka sê sehîdan

27 December 2022 19:34 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî sersaxî da malbata dayîka sê sehîdan

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser wefata dayika sê şehîdên Pêşmergeyên Kurdistanê Aftaw Salih, pêwendiyeke telefonî ligel malbatê kir û sersaxî da wan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, îro Sêşemê 27ê Kanûna 2022yan, Nêçîrvan Barzanî pêwendiyeke telefonî ligel Dawûd Mehmûd Mihemed ji bo koça dawî ya sê şehîdan Aftaw Salih Qadir pêk anî û sersaxî wê malbata têkoşer kir.

Nêçîrvan Barzanî hevsozî û xemgîniya xwe ji malbatê re nîşan da û ji Xwedayê mezin hêvî kir giyanê rehmetiyê şad bike û aramî û sebrê bide malbatê.

Kurê dayika Aftaw Salih, Dawûd Mehmûd Mihemed jî ji bo pêwendiya telefonî û nîşandana hevxemiyê spasî li Nêçîrvan Barzanî kir.