Nêçîrvan Barzanî, sersaxî da malbata Pêsmergeyê sehîd

29 October 2023 22:30 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî, sersaxî da malbata Pêsmergeyê sehîd

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo Pêşmergeyê şehîd, Puşo Xalid bi malbatê re axivî û hêviyên xwe yên sersaxiyê araste kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Nêçîrvan Barzanî, bi telefonê bi malbata Puşo Xalid re axivî û ji ber şehîdbûna wî, ji ferdên malbatê re sersaxî xwest.

Hat diyarkirin ku Nêçîrvan Barzanî di pêwendiya telefonî de got ku “Wan di rêya azadiya Kurdistanê de gelek şehîd dane. Ez hêvî dikim ku Xwedayê mezin rihê wî şehîdî bi dilovaniya xwe şad bike, sebir û aramiyê bide her kesî.”

Di 22yê Cotmehê de ji ber şerê ku li Mexmûrê di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de çêbûbû, 4 Pêşmerge şehîd ketibûn.