Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji malbata Dr. Astî Hewramî re xwest
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi mebesta koçkirina dawî ya serokê berê yê wezareta çavkaniyên xwezayî ya Kurdistanê, Dr. Aştî Hewramî peyameke sersaxiyê ji bo malbatî wî belav kir.
Di peyama xwe de serok Nêçîrvan Barzanî de ku bal kişand ser “jêhatîbûn” û “dilsozî”ya Dr. Aştî Hewramî ya bi Herêma Kurdistanê re.
Peyama ku li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê hate belavkirin, bi vî awayî ye:
“Ji bo wefata nemir Dr. Aştî Hewramî wezîrê berê yê çavkaniyên xwezayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, sersaxiyê ji malbat, xizm, dost û hevkarên wî re dixwazim. Ji Xwedayê mezin dixwazim ku ruhê wî bi dilovaniya xwe şad bike û sebr û aramiyê bide her kesî.
Di dema kariyera xwe de, rehmetî Dr. Aştî Hewramî bi jêhatî û dilsozî xizmeta Herêma Kurdistanê kir û roleke mezin di avakirina jêrxaneyan û pêşxistina sektora petrolê li Herêma Kurdistanê hebû.
Bila ruhê wî şad be.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
21.10.2024”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin