Nêçîrvan Barzanî sersaxî da gelê Îtalya û malbata Berlusconi

12 June 2023 19:38 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî sersaxî da gelê Îtalya û malbata Berlusconi

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser koça dawî ya serokwezîrê berê yê Îtalyayê Silvio Berlusconi peyameke sersaxiyê belav kir.

Nêçîrvan Barzanî, li ser hesabê xwe yê medya civakî sersaxî da kesûkarên Silvio Berlusconî.

Barzanî got: “Ez bi xemgîniyeke mezin ji wefata serokwezîrê berê yê Îtalyayê Silvio Berlusconi agahdar bûm. Sersaxiyê li malbat, heval û gelê Îtalyayê re dikim. Di vê dema zehmet de, dua û hizrên min bi wan re ne.”